Li Misrê Tevgera Speak Up: Berxwedana Dijital û Hêza Daneyan

Misir yek ji wan welatên ku rêjeya tacîza li dijî jinan zêde ye. Li gor raporek ku di sala 2013an de ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Konseya Jinan a Neteweya Misrê hat weşandin de, ji sedî 99ê jinên ku tev li anketê bûne didin zanîn ku ew di jiyana xwe de herî kêm carek rastê tacîzê hatine. Her çiqas ev dîtin belavbûna tacîzê rabixe ber çavan jî, tevger û çalakvanên femînîst dibêjin ku pirsgirêk bi salan e bi awayekî sîstematîk tê paşguhkirin. Vê yekê lêgerîna jinan a ji bo bikaranîna platformên dîjîtal leztir kiriye da ku dengê xwe bidin bihîstin û daxwaza guhertinê bikin. Di vê çarçoveyê de, tevgera Speak Up, ku ji hêla Gehad Hamdy ve di sala 2020an de hatiye damezrandin, li Misrê bûye yek ji sembolên herî girîng ên berxwedana femînîst a dîjîtal.

Rêjeya Tacîzê: Dane çi dibêjin?

Pirsgirêka tacîzê ya li Misrê bi lêkolînên cuda hatiye belgekirin.

  • Di 2013an de di anketa UN Womenê de ji sedî 99ê jinên ku tev li anketê bûne dibên ku ew rastê tacîzê hatine. Ev rêjeyeke sembolîk a ku rewşa welat nîşan dide ye.
  • Di lêkolîneke ku ji aliyê Weqfa Thomson Reuters ve di sala 2017an de hatiye kirin de, Qahîre ji bo jinan wekî ‘megabajarê herî xeternak ê cîhanê’ hatiye hilbijartin.
  • Raporteke din ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 2019an de hatiye weşandin, dibêje ku ji her deh jinên misrî heşt jê li cihên giştî xwe ewle hîs nakin.

Ji bo jinan, lêgerîna edaletê ya bi rêbazên kevneşopî pirê caran dijwar û xeternak e. Ji ber vê yekê ev daneyên ku di anketan de derketine holê pêwistiya bi platformên dîjîtal ên wekî Speak Up derdixe holê.

Bandora Speak Up a Dîjîtal

Speak Up serpêhatiyên tacizê yên bi hezaran jinan ku bi awayeke anonîm li ser Instagramê hatine parvekirin, aşkere kiriye. Speak Up ne tenê hişyariya li dijî tacîzê zêde kir, lê di heman demê de mekanîzmayên piştgiriyê yên berbiçav jî afirand. Xeta çalak a ku ji aliyê dilxwazan ve hatiye avakirin, ji bo qurbaniyên ku li piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk digerin bûye xalek têkiliyê ya girîng.

Ev hevgirtina dîjîtal bandorek berbiçav li ser pêvajoyên qanûnî jî kir. Mînak, di doza ‘tecawizkar Ehmed Bessam Zekî’ ya ku di sala 2020an de pêk hat. Belavbûna îdiayên tacîz û tecawizê yên der barê Zekî de ku li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin di cidîgirtina dozê de bandor kir û rê li ber cezakirina Zekî vekir. Ev doz bû xaleke werçerxê ku potansiyela çalakvaniya dîjîtal ji bo pêkanîna edaletê nîşan da.

Zextên Hikûmetê û Sansur

Her ku hêza tevgerên li ser medyaya dîjîtal zêde bûn zextên hikûmetê jî zêde bûn. Hikûmeta Misrê gelek caran çalakvanên medyaya dîjîtal bi ‘binpêkirina exlaqê giştî’ tawanbar kir. Rêxistinên navneteweyî yên wekî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Right Watch) û Rêxistina Efûyê (Amnesty International) diyar kirine ku ev doz armanc dikin ku azadiya ramanê sînordar bikin.

Bi taybet jinên ciwan ên bikarhênerên TikTok û Instagramê ji ber naveroka parvekirinên xwe hatine binçavkirin û darizandin. Di sala 2020an de Haneen Hossam û Mawada al-Adham ji ber parvekirinên xwe rastê cezayê girtîgehê hatin. Van dozan mekanîzmayeke tirsandinê ya cidî ji bo jinan afirandiye ku dengê xwe di qada dîjîtal de didin bihîstin.

Destkeftiyên Tevgera Femînîst

Tevî hemû zextan, berxwedana dîjîtal destkeftiyên berbiçav bi xwe re anî. Zexta ku bi rêya tevgerên wek Speak Up li ser raya giştî çêbûye, bandor li ser şopandina dozên taciz û tecawizê ya fermî kiriye û baweriya jinan a bi mekanîzmayên gilîkirinê zêde kiriye.

Herwiha, di sala 2020an de, Parlamentoya Misrê qanûnek pejirand ku dê nasnameyên qurbaniyên di dozên tacîzê de veşêre. Armanca vê qanûnê ew e ku jin karibin hêsantir û bêtirs van bûyeran gilî bikin. Tê bawerkirin ku ev guhertina qanûnî encama kampanyayên li ser platformên dîjîtal e.

Encam

Jin li Misrê li dijî pirsgirêkên kûr ên wekî newekheviya zayendî û tacîza berbelav li ber xwe didin. Di vê hawîrdora dijwar de, tevgerên femînîst ên wek Speak Up ne tenê dengek pêşkêşî jinan dike, lê di heman demê de hevgirtin û gihîştina edaletê jî pêşkêşî wan dike. Bêguman, ev berxwedan bi zext û sansurê re rû bi rû dimîne, lê dane nîşan didin ku aktîvîzma dîjîtal xwedî hêz e ku veguherîna civakî bide destpêkirin. Bi gotinên Gehad Hamdy: “Axaftin berxwedan e. Speak Up navê vê berxwedanê ye.”

Çavkanî

  • UN Women & National Council for Women (2013). Study on Ways and Methods to Eliminate Sexual Harassment in Egypt.
  • Thomson Reuters Foundation (2017). The world’s most dangerous megacities for women.
  • Human Rights Watch (2020). Egypt: New Sexual Harassment Law A Step Forward, But Challenges Remain.
  • Amnesty International (2020). Egypt: ‘Moral’ crackdown on women influencers on TikTok and social media.
  • UN Women (2019). Gender Equality in Egypt Reports.

Latest articles

spot_imgspot_img

Related articles