1789
Şoreşa Fransayê
Piştî şoreşê, Cihû li Ewropayê hem di sazî û dezgehên dewletê de hem jî di bazirganiyê de bêhtir xûya kirin.
1894
Dreyfus û Herzl
Doza Dreyfus ku bi sixûrtiyê dihat sûcdarkirin, bû destpêka bîrdoziya tevgera Sîyonîst.
1897
Yekemîn Kongreya Sîyonîst
Herzl, wekî pêşengekî tevgera Sîyonîst, îdeaya dewletê ya Cihûyan ragihand û bi şêwazekî sîstematîk ev birêxistin kir.
1903
Pogrom ve Koçberî
Li Rojhilatê Ewropayê, cihû dihatin qirkirin û ji bo bikaribin xwe ji qirkirinan xelas bikin berê xwe dan Filistînê û koç kirin.
1917
Deklarasyona Balfour
Hikûmeta Brîtanyayê eşkere kir ku li Filistînê dê ji bo avakirina welatekî Cihûyan piştgiriyê bide.
1937
Komîsyona Peel
Brîtanyayî pêşniyar kirin ku li Filistînê yek Erebî, yek jî Cihûyî du dewlet werin sazkirin.
1940
Holocaust û Koçberiya Cihûyan
Di serdema Naziyan de, 6 milyon Cihû bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
1947
Biryara Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Dewleta Îsraîlê
Pêşniyara Neteweyên Yekbûyî ya der heqê Filistînê de wiha bû: Li Filistînê dê du dewlet bên avakirin. Ev pêşniyar her çend ji hêla Cihûyan ve hatibe qebûlkirin jî Ereban ev pêşniyar red kir.
1948
Damezrandina Îsraîlê
Ben-Gurion, serxwebûna Îsraîlê îlan kir. Şerê Ereban û Îsraîlê yê yekemîn dest pê kir.



Berxwedana Çandî ya Jinan: 





