Polîtîkayên Cihûyan ên Beriya Siyonîzmê û Lêgerînên Belave
🔹 Meylên Cuda yên Cihûyên Ewropayê
Paradîgmaya netewe-dewletê ya piştî sala 1789’an li Ewropayê pêş ketî, Cihû ber bi qonaxeke nû ya dîrokê ve bir. Cihûyên ku li Ewropayê bişaftin esas girtin, ziman û cilûbergên xwe guherandin û êdî weke Fransî, Almanan tevgeriyan. Di vê serdemê de, bi taybet jî tevgera Haskala (Ronakbûna Cihûyan) ya li Almanyayê ku Moses Mendelssohn serkêşiya wê dikir, parast ku Cihû ji hêla reweşenbîriyê ve entegreyî çanda Ewropayê bibin.
Lêbelê van lêgerînên bişaftinê, nekarî pêşî li ber sazîbûna antîsemîtîzmê bigire. Her ku Cihû ji hêla aborî ve bihêz bûn, li deverên cuda yên Ewropayê hem ji hêla olî hem jî ji hêla nîjadî ve rastî cihêkariyê hatin.
🔹 Mîrateya Sefaradê ya Osmaniyan û Xweşbîniya Demkî
Chûyên Sefaradê ku di sala 1492’yê de ji Spanyayê hatibûn derxistin, xwe spartin Osmaniyan. Stenbol, Edîrne û bi taybet jî Selanîkê malovaniya cemaetên mezin ên Cihûyan kir. Di vê serdemê de Cihû, di qadên weke zenaet, çapxane û tipê de bi roleke girîng rabûn. “Sîstema milet” a di nava Osmaniyan de, heta astekî kir ku Cihû serbixwe tevbigerin lêbelê mafên wan ên nûnertiya siyasî bisînor bûn.
Hem li gorî xelkê Misilman hem jî ya Xiristiyan, Cihû ji hêla çîna civakî ve di astekî jêrtir de bûn. Lê tevî vê jî li gorî pogromên li Ewropayê, li vir zextên li ser wan siviktir bûn. Lê heta ev xweşbîniya bisînor jî dê ber bi dawiya sedala 19’emîn ve dest bi guherînê bikira.
🔹 Bund û Alternatîfên Din: Siyonîzm Ne Tekane Rê Bû
Siyonîzm, heta çaryeka sedsala 20’emîn jî ne tekane nêrîna serwer a Cihûyên li seranserî cihanê bû.Bi taybet jî li Ewropaya Rojhilat, di nav karkerên Cihû de rêxistinên sosyalîst pêş diketin. Yek ji wan a herî girîng jî Bund (Yekitiya Karkerên Cihû ya Giştî) bû ku di sala 1897’an de hatibû avakirin. Bundiyan, Cihûtî ne weke nasnameyeke olî lê weke nasnameyeke çandî pênase dikir. Li dijî antîsemîtîzmê jî ne têkoşîneke neteweyî lê têkoşîneke çînî diparastin.
Bund ku li Rûsya, Polonya û Lîtvanyayê çalak bû, zimanê Yîdîş û xeteke sekuler a nirxên çîna karker derdixe pêş şopand. Di heman demê de, Cihûtiya Reformîst, dilsoziya xwe ya bi Xwedê re diparast lê fikra neteweyekê (Bi taybet jî di çarçoveya Platforma Pittsburgh 1885’ê) heta astekî bilind red dikir. Rêbaza Ortodoks a Kevneşop (mînak, Agudath Israel) li dijî fikra “Dewleteke Cihûyan a beriya hatina Mesîh”bûn. Li dijî vê; Siyonîzma Olî (Weke mînak, Mizrachî) ji bo xwe xeteke din a teolojîk esas digirt.
🔹 Uganda û Arjantîn: Planên Dewletê Yên Alternatîf
Heta tevgera Siyonîst a Theodor Herzl serkêşiya wê dikir jî di qonaxa ewil de di mijara Filistînê de ewqas teqûz nebû. “Plana Ugandayê” ku Ingilistanê di sala 1903’yê de pêşniyar kiribû, her çend bi vî awayî hatibe binavkirin jî, li Efrîqaya Rojhilata a Brîtanyayê (Kenyaya roja me) îşaret bi herêmekê dikir û bi taybet jî ji bo Cihûyên ji pogromên li Ewropaya Rojhilat direviyan, weke stargeheke demkurt li ser dihat nîqaşkirin.
Plana Ugandayê, di nava tevgera Siyonîst de rê li ber nîqaşên mezin vekir. Koma “Neinsager” (Kesên Dibêjin Na) ku li dijî Herzl derdiket, diyar kirin ku ji bilî Filistînê dê tu cihekî qebûl nekin. Li Arjantînê, di nivîsên pêşwext ên Herzl de weke cihekî dibêtiya wê hebe hat behskirin; her wiha Jewish Territorial Organization bi pêşengiya Israel Zangwill ji bo demekî kin kete nava hewldanên cihên derveyî Filistînê. Lêbelê, hem aliyê olî hem jî yê dîrokî, pozîsyona navendî ya Filistînê xurtir kir û ev alternatîf weke rêyên zeîf man.
Girîngiya Jeopolîtîk a Qudsê û Rageşiyên li Bajarê Sê Olî
🔹 Sembola Dîrokî: Quds a Sê Olî
Quds, xwedî cihekî wisa ye ku sê olên semawî lê digihijin hev û bajarekî nûwaze ye. Bi sedan sale ye ne tenê ji hêla manewî ve, her wiha bû qadekî polîtîk. Dîwarê Girî ku bermahiyên kavilê Perestgeha Silêman di xwe de dihewîne, ji bo Misilmanan jî Mescîd-î Eqsa ku weke qibleya ewil tê qebûlkirin, ji bo Xiristiyanan jî Dêra Kabîr a Pîroz ku wisa tê bawerkirin Hz. Îsa lê hatiye çarmixkirin, ev bajar veguherandiye bajarekî gerdûnî ku tu mînakên wekî wê nînin.
Lêbelê ev pîrozî, li şûna ku Qudsê veguherîne bajarekî aştiyê, veguherand qadekî pêşbaziyê. Aîdiyeta olî, di serdema modern de veguherand barkêşa îdiayên etnîkî û siyasî.
🔹 Mudaxileyên Rojavayiyan Ên Ji Sedsala 19’emîn ve Zêde Bûn
Bi qelsbûna Osmaniyan re hêzên Rojavayî, li Qudsê bi rêya konsolosxane, dibistanê mîsyoneriyê û dêran hewl dan hêza xwe li vir xurt bikin. Ji nîva sedsala 19’emîn ve bandora Dêra Ortodoks a Rûs, mîsyonerên Katolîk ên Fransî û Protestanên Ingilîz hevsengiyên li bajar bi temamî guherand.
Quds, êdî ne tenê bajarekî Osmaniyan bû, di heman demê de qadeke pêşbirka dîplomasiyê ya hêzên Ewropî ya di navbera hev de bû. “Krîza cihên pîroz”, weke hinceta xwetevkirina karên hundir ên Osmaniyan.
🔹 Tanzîmat û li Qudsê Xwedîbûna Axê
Bi Qanûnnameya Araziyê re ku di sala 1858’ê de hate derxistin, rejîma tescîl û întîkala xaka mîrî (yên aydê dewletê) bi hûr û hate sererastkirin. Ji ber ku di dema pêvajoya tomarkirina tapûyan de xelkê herêmê pir hindik dikariya xwe bigihîne qeydan û ji ber astengiyên burokratîk, xaka li Qudsê û derdora wê her ku çû di destê eşref/eyan û kesên bajarî yên xwedî mal û milkê zêde de kom bûn. Zemîna kirîna axê ya Cihûyên dewlemend ên di salên piştre de jî bi vî awayî zêde bû.
Bi taybet jî ji sala 1880’ê ve saziyên Cihûyan, li nêzî Qudsê dest bi kirîna erd kirin. Ev pêvajo, bû sedema rageşiyên ewil ên di navbera gundiyên Ereb û kesên nû li herêmê bicih bûyîn de.
🔹 Hevsengiya Nifûsê Ya Li Bajar Diguhere
Ber bi dawiya sedsala 19’emîn ve, nifûsa Cihûyan a li Qudsê êdî pir bi aşkerayî zêde bû. Daneyên teqez û berawirdî yên Brîtanyayê de tê dîtin ku zêdetîrî nîviya (Ji sedî 54) nifûsa Qudsê êdî Cihû bûn. Ev zêdebûna nifûsê, ne tenê bi rêyên xwezayî, her wiha bi bandora koça ji Ewropayê ber bi Qudsê ve çêbû.
Reqabeta di qada xanî û bazirganiyê ya li bajar a di navbera Ereb û Cihûyan de her ku diçû zêde dibû. Cudahiyên olî, di jiyana aboriyê de jî rê li ber jihevdûrketinê vekir.
🔹 Statuya Qudsê: Nîqaşên Navneteweyîbûnê
Dema mijara Filistînê veguherî rojeva navneteweyî, statuya Qudsê her tim weke mijareke taybet hate nîqaşkirin. Plana Dabeşbûnê ya NY’ê ya 1947’ê, Qudsê ne ji Ereban ne jî ji Cihûyan re dihêle. Anku statuya “corpus separatum” anku rêveberiyeke navneteweyî esas digire.
Lêbelê ev plan tu caran nekete meriyetê. Piştî Şerê 1948’ê, Quds di navbera Urdun û Îsraîlê de dabeş bû. Piştî ku Îsraîlê di sala 1967’ê de Rojhilatê Qudsê dagir kirî, bajar bi temamî kete bin kontrola Îsraîlê. Lêbelê ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hêj jî weke herêmeke bi îxtîlaf disekine.
🔹 Qudsa Roja Me: Erdîngariya Qiyametê
Quds, îro li gel girîngiya xwe ya sembolîk, her wiha qadeke pevçûnan a şênber e. Provokasyona li dora Mescîd-î Eqsayê, li Şerîaya Rojava, li Xezeyê û li ser sînorê Lubnanê rêzepevçûnan bi xwe re tîne.
Tevî ku Îsraîlê Quds weke “paytexta parçe nabe” îlan kiriye jî, Filistînî jî Rojhilatê Qudsê weke paytexta dewleta xwe ya pêşerojê dibînin. Ev meseleya statuyê, yek ji mezintirîn pirsgirêka li pêşiya pêvajoya çareseriyê tê dîtin.
Di Salên Dawî Yên Osmaniyan De Filistîn-Eşîr, Ax û Polîtîkayên Navendîbûnê
🔹 Ji Tanzîmatê Heta Abdulhamîd: Mudaxileya Dewletê ya Axê
Ji nîva sedsala 19’emîn ve Împaratoriya Osmaniyan, meyla xwe da ser modela dewletê ya navendîbûnê ya mîna Ewropiyan. Di navenda vê veguherînê de jî reformên Tanzîmatê cih girtin. Qanûnnameya Araziyan a bi Dîroka 1858’ê,tomarkirina eraziyên dewletê, dewrkirin û mafên bikaranînê sererast kir, ev nedihat wê wateyê ku eraziyên dewletê yekcarê “veguherin milkê taybet”. Li wîlayetên çolter ên mîna Filistînê, zengîn /eyan û spekulatorên bajarî bi rehetî dikariyan tev li pêvajoyên tomarkirinê bibin lê gelek caran gundî li derveyî vê pergalê hatin hiştin.
🔹 Alimên Qudsê, Eşîr û Koma ‘Dewlemend’
Kesên li Qudsê û derdora wê weke “Eşraf (Dewlemend)” dihatin zanîn û alimên dihat îdiakirin ji binemala Hz. Muhammed hatine, di hêla siyasî û aborî ve bûn aktorên sereke. Piştî ku dewletê komkirina bacê, parastina ewlehiyê û berpirsyartiyên din dewrî hêzên herêmî kirî, ev çîn her ku çû mal û milkê xwe zêdetir kir.
Di vê pêvajoyê de gundiyên Filistînî hem di bin zexta dewleta navendî hem jî di navbera torên berjewendiyan ên dewlemandan de eciqîn. Pergala ku rêveberiya navendî ya Osmaniyan bi rêya reforman ava kir, di nêrîna gundiyên Ereb de ne rizgariyek ne jî hêviyeke îstîqrarê pêşkeş kir.
🔹 Sermayeya Cihûyan a Di Piyasaya Axê De Mezin Bû
Ji sala 1870’ê ve bi rêya saziyên Cihûyan li Filistînê kirîna axê dest pê kir. Ev kirîn, piranî jî ji kesên xwedî erdên mezin ên li Lubnan, Şam û Qudsê hate kirin. Gelek gundiyên Ereb dema xwediyên vê axê yên nû dest bi tehliyeya wan kirin ketin ferqa vê firotinê.
Şêniyên Cihû, bi polîtîkaya “Keda Îbranî” (Avoda Ivrît), hêza kar a Ereban bi awayekî sîstematîk dûr xist. Vê rewşê jî ne tenê rê li ber şikestineke aborî vekir, di heman demê de rê li ber şikestineke civakî jî vekir. Watedayîna heman axê ya ji bo civakên ji hev cuda, hîn bêhtir cuda bû. Ji bo aliyekî xaka soza wê hatiye dayin, ji bo aliyê din jî windakirina çavkaniyên debarê û aîdiyetê bû.
🔹 Polîtîkaya Ewlekiyê Ya Osmaniyan û Vederkirina Ereban
Bi rêveberiya Îttîhat û Terakkiyan re, bi taybet jî ber bi dawiya sala 1908’ê ve hewldan hate kirin ku li navendên Ereban kontrola navendî were zêdekirin. Li saziyên perwerdeyê zimanê Tirkî hate ferzkirin, Ereb ji burokrasiyê hatin tesfiyekirin û peywirdarên xwecihî ji peywirê hatin dûrxistin. Li şûna wan jî kesên ji Anatoliyayê hatin tayînkirin. Vê jî li herêmê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir.
Van polîtîkayan, kir ku neteweperestiya Ereb pêş bikeve û li dijî Stenbolê, berxwedaneke çandî were pêşxistin. Li derdorên entelektuel ên li Sûriye, Lubnan û Filistînê, zimanê Erebî, wêje û nasnameya Ereb jinûve hate avakirin. Her çend ev berxwedan yekser veneguherîbe hewldanên serbixwebûna siyasî jî, bû sedem ku gelê Ereb ji nasnameya “Osmanîtiyê” dûr bikeve.
🔹 “Osmanîtî”yê Bandor Nekir, “Tirkbûnê” Rê Li Ber Hêrsê Vekir
Îttîhat û Terakkiyê ji ewil serî li polîtîkaya “Osmanîtî”yê û piştre jî berê xwe da polîtîkayên “Tirkbûnê”. Vê jî, ew baweriya li wîlayetên Ereban a bi Osmaniyan ya mayî jî tune kir. Dewlemendên Ereb ên li Quds, Nablus, Yafa û bajarên din, êdî burokrasiya li Stenbolê weke otorîteyeke biyanî dîtin.
Dema gihiştin sala 1914’ê jî piştgiriya xelkê Ereb a bi Împaratoiya Osmaniyan re êdî pir qels bûbû. Avadaniya civakî ya li Filistînê êdî guherî bû, gundî bêmilk mabûn û rewşenbîrên Ereb jî êdî ji Osmaniyan dûr ketibûn.
Di Serdema Serweriyê de Siyaseta Ereb û Dudiliya Îngilîz – Ji El-Huseynî Ber Bi Pirtûka Spî Ve
🔹 Serdema Piştî Şer: Sazîbûna Nûnertiya Ereb
Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, Împaratoriya Osmanî hilweşiya û xaka Filistînê kete bin serweriya Ingilistanê. Ev biryara ku di Konferansa Remoyê ya sala 1920’an de hate dayin, di sala 1922’yê de ji hêla Cemiyeta Neteweyan ve hate fermîkirin. Lêbelê Ereban ev rewş tu caran rewa nedîtin; ji ber ku beriya niha di nivîsên Şerîf Huıseyîn-McMahon de soza serxwebûna Filistînê jê re hatibû dayin.
Erebên Filistînî, li dijî serweriya Ingilîz, dest bi avakirina amûrên nûnerên siyasî kir. Kongreya Ereb a Filistînê ku di sala 1920’de hate avakirin, di demekî kin de bibandor bû. Lêbelê saziya ku hêza rasteqîn di xwe de komkirî, Konseya Misilmanan a Bilind (Supreme Muslimn Council) bû ku di sala 1921’ê de hatibû avakirin. Hecî Emîn el-Huseynî di sala 1921’ê de weke Miftiyê Qudsê hate tayînkirin û di sala 1922’yê de jî bû Serokê Konseyê.
🔹 Hecî Emîn el-Huseynî: Ji Miftîtiya Qudsê Ber bi Sembolbûna Berxwedanê Ve
El-Huseynî, hem parastvanê Mescîd-î Eqsayê hem jî berdevkê doza Filistînê bû. Di destpêkê de Ingilistanê ew weke kesekê ku li ser civaka Ererb bibandor û “lîderekî dikare were kontrolkirin” di dît. Lê hesabên wan hev negirtin.
Piştî zêdebûna koçên Cihûyan, zêdebûna jîngehên wan û hewldanên bêalîmanê yên Ingilistanê, El-Huseynî her ku çû bêhtir radîkal bû. Di sala1929’ê di dema bûyerên Dîwarê Girî de pevçûn derket û piştî van bûyeran navê wî yê di cîhana Ereban de her ku çû belavtir bû. Bi awayekî aşkera li dijî Ingilîz û Siyonîstan helwesteke aşkera pêş xist. Vê jî kir ku ew hem bibe sembola berxwedanê hem jî di demên pêş de bibe kesekî nîqaş li ser tê kirin.
🔹 Polîtîkaya Ingilîzan a “Dabeş Bike û Birêve Bibe”
Ingilistanê, li rexekî dilsoziya xwe ya bi Deklarasyona Balfourê re didomand ku piştgirî dida koça Siyonîst, li rexa din jî ji bo hêrsa gelê Ereb daxîne, “polîtîkaya hevsengiyê” dimeşand. Vê stratejiya dualî, baweriya her du aliyan a bi Ingilistanê tune kir.
Ereban nekarî nûnertiyeke siyasî bi dest bixin lê Cihû gav bi gav vediguherîn hikûmeteke veşarîAjansa Cihûyan ku polîtîkayên tenduristî, ewlehî û çandiniyê ji yên serwerên Ingilîz cuda dimeşandin, bingeha dewletbûna li Filistînê ava dikirin.
🔹 Serhildana Ereban a 1936’an: Ji Grevê Ber Bi Berxwedanê Ve
Di sala 1936’an de bi krîz aborî, bêkarî û bi windakirina xakê re serhildanên Ereban dest pê kirin. Di destpêkê de weke grevên giştî dest pê kirin lê di demekî kin de veguherî berxwedaneke çekdarî. Êrişên li dijî otorîteyên Ingilîzan û jîngehên Cihûyan, destpêka pevçûnên ku dê sê salan bidomiyan bûn.
Ingilistanê, ji bo têkbirina van serhildanan tevdîrên awarte girt:
- Gelek gund hatin dorpêçkirin û gulebarankirin,
- Bi hezaran Ereb hatin girtin an jî hatin sirgunkirin,
- Beşeke mezin a avadaniya siyasî ya Ereb hate tesfiyekirin.
Di vê pêvajoyê de Erebên Filistînî hem ji pêşengtiyê hem jî ji rêxistinbûnê bêpar man. El-Huseynî neçar ma ku bireve Lubnanê. Komîteya Ereb a Bilind jî hate belavkirin.
🔹 1939 Pirtûka Spî: Paşvegavavêtina Ingilistanê
Piştî serhildanê, Ingilistan neçar ma ku stratejiya xwe ya li Filistînê jinûve ber çavan derbas bike. “Pirtûka Spî” ku di sala 1939’ê de hate weşandin, koçberiya Cihûyan di nava 5 salan de bi 15.000 (Bi giştî 75.000) kesan re bisînor kir. Koçberiya piştre jî girêdayî erêkirina Ereban kir. Di heman demê de kirîna axê ya Cihûyan jî hate bisînorkirin û ji bo dema pêş soza serxwebûnê dan Filistînê (Dîrok nediyar bû).
Nazîzm, Holokost û Koça Cihûyan – Ji Trajediyekê Ber Bi Projeya Dewletê Ve
🔹 Piştî 1933’yan Ewropa: Destpêka Qiyametekê
Piştî ku Adolf Hîtler di sala 1993’yan de li Almanyayê bû îktîdar, ji bo Cihûyên li Ewropayê serdemeke nû ya tarî dest pê kir. Rejîma Naziyê, yasayên dijî Cihûyan bi awayekî sîstematîk xist meriyetê:
- Cihû ji memûrtiyên dewletê hatin derxistin,
- Ji akademiyan heta çapemenî û jiyana cemaweriyê hatin dûrxistin,
- Bi Yasayên Nurnbergê re mafên hemwelatîbûnê jê hatin standin.
Ev cihêkarî tenê bi Almanyayê re bisînor nema. Antîsemîtîzm, li Polonya, Macaristan, Romanya û li welatên din jî zêde bû. Bûyerên weke Kristallnacht (1938),nîşan da ku Cihû ji hêla fîzîkî ve jî di bin xetereyê de ne.
🔹 Rêwîtiya Filistînê: Ne Koçberî, Rev
Ajansên Cihûyan, ji bo lezê bidin koçberiya ber bi Filistînê ve hatin birêxistinkirin. Lêbelê Ingilistanê, bi Pirtûka Spî ya 1939’êkota danîbûn pêşiya koçê. Lewma bi hezaran Cihûyan hewl dan bi rêyên derqanûnî ser Behra Spî derbasî Filistînê bibin.
Ev rêwîtî hinek biêş bû:
Keştiyên qaçax heta devî tije bûn; Komkeştiya Qraliyeta Ingilîz behr dorpêç kiribû; gelek caran koçberên digihiştin bendergehan dihatin binçavkirin û dişandin kampên li Qibrisê. Gelek keştî yan noqî avê bûn an jî paşve hatin şandin. Ev trajedî, bi karesata Holokostê re tezên lîderên Siyonîst ku digotin avakirina dewleteke Cihûyan a li Filistînê jî xurtir kir.
🔹 Holokost: 6 Milyon Winda, Lêgerîna Avakirina Dewletekê
Di navbera 1941-1945’ê de li Ewropayê nêzî 6 milyon Cihû, ji hêla Naziyan ve bi awayekî sîstematîk hatin kuştin. Kampên komî yên wekeAuschwitz, Treblinka û Sobiborê, di dîroka mirovahiyê de veguherîn rûpelên herî tarî.
Di dawiya şer de, beşek mezin a Cihûyên li Ewropayê bêwar mabûn. Nedikariyan vegerin malên xwe û gelek welatan jî ew qebûl nedikirin. Filistîn, êdî ne tenê sozeke dîrokî bû, tekane cihê dikariyan lê bijîn hate dîtin.
🔹 Stratejiya Siyonîst: “Heke Dewlet Nebe Qirkirin Heye”
Lîderên Siyonîst, bi taybet jî Chaim Weizmann û David Ben-Gurion, di qada navneteweyî de Holokost veguherandin argumaneke siyasî ya xurt. Gotina “Dewletek nedan Cihûyan lewma rastî qirkirinê hatin” di cîhana rojavayiyan de jî cihekî berfireh girt.
Derdorên Cihû yên li Amerîkayê, bi rêya medya û sînemayê ev gotin gihandin girseyên mezin. Weşanên weke New York Times û Life’yê, wêneyên Holokostê weşandin û wijdana cemaweriyê xistin nava tevgerê.
🔹 Ingilistan Tengav Dibe, DYA Dikeve Dewrê
Ingilistanê, piştî şer êdî zehmetî dikişand ku kontrola xwe ya li ser Filistînê bidomîne; serhildanên Ereban didomiyan, hinek şêniyên Cihû êrişî hedefên Ingilîz dikirin û lêçûnên wê her ku diçû zêdetir dibûn. Irgun, di sala 1946’an de li dijî Hotêla David a li Qudsê êrişeke bomgeyî li dar xist û di êrişê de 91 kes mirin. Piştî vê êrişê, di raya giştî ya Ingilîz de jî dengên “Em xwe ji Filistînê vekişînin” bilind bûn.
🔹 Bernameya Biltmore ya 1942’yan û Piştgiriya DYA’yê
Konferansa Siyonîst,di Gulana 1942’yan de li Hotêla Biltmoreyê ya New Yorkê civiya. Di konferansê de êdî ne “Warê Cihûyan” lê êdî hedefa xwe ya “Dewleta serbixwe ya Cihûyan” bi aşkerayî ragihandin. Serokê DYA’yê Harry Truman, ragihand ku piştgiriyê dide qebûlkirina penaberên Cihû û avakirina dewleteke li Filistînê. Biqasî piştgiriya însanî, her wiha bandora hesabên polîtîk ên navxweyî jî hebûn.
🔹 “Divê Filistîn Nebe Zemîna Projeya Dewletekê’
Di çavê Cihûyên ji Holokostê rizgarbûn de Filistîn, êdî ne tenê “xaka soza wê hatiye dayin” bû. Di heman demê de ew cih bû ku diviyabû mirovahiyê deynê xwe lê dabûya. Koça Cihûyan zêde bû. Hêzên paramîlîter (Haganah, Irgun, Lehi) bihêz bûn. Zexta siyasî, lobiya dîplomatîk û gotinên têkildarî mafdariya dîrokî hatin gel hev û zemîna avakirina Îsraîlê çêkir.
Beşa 7’emîn: Sosylojiya Nekbeyê – Penabertî, Bîr û Travmaya Di Navbera Nifşan De
🔹 750.000 Jiyanên Ji Wanên Xwe Hatine Kirin
Piştî şerê1948’an, nêzî 750.000 Filistîniyan yan ji neçarî yan jî bi darê zorê malên xwe terikandin. Ev bûyer, di dîroka Rojhilata Navîn a modern de weke mezintirîn jicihûwarêxwekirin cih girt. Penaberên Filistînî, li Urdun, Lubnan, Sûriye, Şerîaya Rojava, Xeze û herêmên cuda belav bûn. Gelek ji wan li konbajaran û gelek jî li cihên wêrane jiyan.
Neteweyên Yekbûyî, di sala 1949’an de ji bo dabînkirina pêdiviyên penaberên Filistînî, saziyeke taybet a bi navê UNRWA ava kir. Lêbelê penabertî nebû statuyeke demkurt, êdî veguherî avadaniyeke civakî ya mayinde.
🔹 Nexşeya Gundên Winda
Dewleta Îsraîlê, di navbera salên 1948-1950’ê de zêdetirî 400 gundên Filistînê şewitand, dagir kir an jî “vala kir.” Piraniya wan bi temamî ji holê hatin rakirin, li şûna wan jîngehên Cihû hatin avakirin an jî erazî bi awayên cuda hatin bikaranîn. Navên gundan ên berê hatin guherandin, topografyayên wan hatin jêbirin û hafizeya wan bi awayekî sîstematîk hatin tunekirin.
📌 Mînakên dîrokî:
- Deîr Yasîn: Di sala 1948’ê de hate valakirin; cihê wê niha di esasê xwe de weke cihê Nexweşxaneya Kfar Shaul tê bikaranîn. Li ser beşeke xaka Deîr Yasînê piştre taxên Gîvat Shaul Bet û Har Nof hatin avakirin.
- Al-Qastal: Bermahiyên wê îro weke Parka Neteweyî ya Castelê tê bikaranîn û li devera Mevaseret Zionê ye.
Nexşeya gundên winda hêj niha jî bi dîwarên Filistîniyên penaber hilayîstî ne. Têgeha “Mafê vegerê”, ne tenê daxwazeke vegereke fîzîkî, her wiha referanseke jinûveavakirina nasnameyê ye.
🔹 Forma Wêjeyî ya Hafize û Berxwedanê
Windahiya Filistînê ne tenê têkçûneke leşkerî bû, di heman demê de travmayeke çandî bû. Vê travmayê di gelek helbest, çîrok û hunerên dîtbarî de veguherî cureya formeke berxwedêriyê.
🖋️ Navên derketin pêş:
Mahmoud Darwish: “Min nasnameya xwe winda kir, ne dengê xwe.”
Ghassan Kanafani: “Rê, ji bo kesên nevegeriyayîn, vediguhere sîyekê.”
Wêjeyê, malên penaberan, dar, ba û hwd. veguherand erdnîgariyeke dawerî ya jinûve hatiye avakirin.
🔹 Hafizeya Dîtbarî: Nexşe, Mifte
Penaber, mifteyên malên xwe hêj niha jî li cem xwe digirin. Ev mifteye gelek caran jengî bûne û her çend ji parçeyeke hesinekî kevin pêk bên jî, di bîra nifşekê de weke “îxtîmala vegerê” temsîl dike.
Di her kampa penaberan de, wêneyeke ji malê ma ye, wêneyekî dareke fêkî yan jî tiştên mîna tapoyê, di navenda bîra malbatê de cih digire.
Daxwaza “Mafê vegerê” ne tenê daxwazeke siyasî ye; her wiha daxwazeke çandî, hestewarî û ontolojîk e.
🔹 Nifş Bi Nifş Derbasbûna Travmayê
Hejmara penaberên Filistînî ya ku îro ji hêla UNRWA’yê ve tê qebûlkirin, 9 milyon û nîv derbas kiriye. Beşeke mezin a van mirovan, di statuya penabertiyê de ji dayik bûn, mezin bûn û kal bûn. Tu caran “koç nekirine” lê ji warên xwe mehrûm mane.
Li gorî civaknasan ev rewş, yek ji mînakên kêm tê dîtin ku “mexdûrbûna bi rêya mîrasê” bi xwe re diafirîne. Nifş winda bûn; nifşê duyemîn têkoşîna nasnameyê meşand; nifşê sêyemîn jî li çar aliyên cîhanê belav bû lê dîasporayeke hafizeya wê zindî ava kir.
🔹 Nekbe: Ji Travmayeke Hêj Zêdetir
Nekbe, ne tenê bûyereke dîrokî ya sala 1948’ê ye, di heman demê de hêmayeke ku teşe dide îro jî û domdar e. Ji bo Filistîniyan ev, çerxeke dîrokî ya domdar e ku her sal tê jiyîn.
Her çend “Mafê vegerê” ji hêla NY’ê ve hatiye qebûlkirin jî, Îsraîl vê weke “gefeke demografîk” dibîne û hemû daxwazên penaberan red dike. Ev redkirin, nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê di dema berê de, îro jî û sibe jî dê bidome.
Propagandaya Siyonîst û Rewatiya Navneteweyî – Îxrackirina Hafizeyê
🔹 Sazûmankirina Hafizeya Holokostê
Dema Îsraîlê piştî sala 1945’an rewabûna xwe ya navneteweyî ava dikir, yek ji amûra herî xurt a serî lê dida, travmaya Holokostê bû. Tunekirina 6 milyon Cihûyan, ne tenê dramayek a mirovahiyê bû, her wiha veguherandina zemîna mafdariya tevgera neteweyî ya Cihûyan.
Dewleta Îsraîlê, ev hafize sazûman kir:
- Di sala 1953’yê de Navenda Bîranîna Holokosê ya Yad Vashem hate avakirin,
- Li gorî Holokostê teşe dan mufredata perwerdeyê,
- Rojên bîranîna navneteweyî veguherandin bandoreke dîplomatîk.
Di vê pêvajoyê de Holokost, bû yek ji hîmên bingehîn a nasnameya hemwelatiya Îsraîlê û polîtîkaya derve.
🔹 Medya, Sînema û Dîplomasiya Hafizayê
Îsraîlê, di medyaya Rojava de çîroka xwe pir bibandor ava kir. Bi taybet jî derdorên Cihû yên li Amerîkayê, li ser torÊn rojname, kovar û televîzyonan îmajeke weke “têkoşîna hebûnê” ya Îsraîlê ava kirin. Weşanên weke Life, Time, New York Timesê, avakirina Îsraîlê weke “cîbicîbûna edaletê” pêşkeş kirin.
Hollywood jî bû parçeyeke vê stratejiyê:
🎬 Exodus (1960) – Lûtkeya sînemayî ya vegotina çîroka Siyonîst,
🎬 Schindler’s List (1993) – Bû hilgira kûrewî ya hafizeya Holokostê.
Bi rêya van çîrokan, raya giştî ya Rojava, gelek caran Îsraîl weke “hêza xwe diparêze” û Filistînî jî weke aktora “Tundiyê diafirîne” dît.
🔹 Akademî û Saziyên Ramanê
Îsraîlê bi zanîngehên navneteweyî re têkiliyên pir xurt ava kir. Saziyên weke Zanîngeha Tel Avîvê û Zanîngeha Hebrewê akademiya cîhanê gihande hev. Bi taybet jî bi rêya têkiliyên bi zanîngehên DYA’yê yên navdar re hatine danîn, êdî gotinên Siyonîst di qada entelektuel de jî hatin rewakirin.
🔹 Tepisandina Gotinên Filistînê
Di hemam demê de, çîroka Filistînê demekê dirêj hate marjînalkirin. Nifîskar, dîroknas û akademîsyenên Filistînî, di qadên navneteweyî de pir zehmetî kişandin ku dengê xwe bidin bihîstin. Nekbe, biqasî “Qirkirina Cihûna ” veneguherî çîrokeke kûrewî.
📌 Weke mînak:
- Rûxandina gundên Ereban weke “Operasyonên valakirinê” hatin pênasekirin,
- Berxwedanda Filistînê weke “terorîzm” hate pênasekirin,
- “Mafê Vegerê” di medyaya navneteweyî de weke “Gefa demografîk” hate pênasekirin.
🔹 Hewldanên Hafizeyê Yên Alternatîf
Ji salên 1990’î ve hinek akademîsyenên Îsraîlî ku weke “Dîroknasên Nû” tên zanîn (weke mînak; Ilan Pappé, Benny Morris, Avi Shlaim) bi awayekî rexneyî nêzî çîroka Siyonîst bûn. Bi taybet jî nîqaşên têkildarî 1948’ê, bi îdiaya Pappé ya “Paqijiya etnîkî” di qada navneteweyî de bêhtir hate dîtin. Hunermendên Filistînî, nivîskar û derhênerên belgefîlman di vê serdema dijîtal de bêhtir xuya kirin. Lêbelê dîsa jî vegota hegemonîk, kir ku li gelek cihan li gorî perspektîfa Îsraîlê bimîne.
🔹 Di Qada Navneteweyî De Nîqaşên Ser Rewatiyê
Biryara hejmar 194 a NY’ê, mafê vegerê dida Filistîniyan lêbelê tu caran nehat cîbicîkirin. Di salên dawî de, di raporên rêxistinên mafên mirovan ên weke Human Rights Watch û B’Tselem’ê de rejîma Îsraîlê ya li herêmên dagirkirî weke rejîma “apartheid” dinirxîne û vê jî di qada navneteweyî de rê li ber nîqaşên dijwar vekir.
Piştî 1967’ê – Îlheqkirina Qudsê, Têkçûna Osloyê û Jihevketina Modela Du Dewletî
🔹 Şerê Şeş Rojan ê 1967’ê: Nexşe Careke Din Diguhere
Di Hezîrana 1967’ê de di navbera Îsraîl û Misrê, Sûriye û Urdunê de şerekî tenê şeş rojan domiyayî hate kirin. Vî şerî, nexşeya Rojhilata Navîn bi awayeke mayinde guherand. Di encama şer de Îsraîlê:
- Rojhilatê Qudsê û Şerîaya Rojava ji Urdunê,
- Şirîda Xezeyê û Nîvgirava Sînayê ji Misrê,
- Girên Golanê jî ji Sûriyeyê stand.
Piştî vî şerî, Îsraîlê car ewil temamiya Qudsê xist bin kontrala xwe û bajar weke “Paytexta nedabeşbar” ragihand. Lê ji hêla hiqûqa navneteweyî ve, Rojhilatê Qudsê hêj yek ji wan herêman bû ku dagirkirî bû.
🔹 Polîtîkaya Bicihbûnê: Mîmariya Îlheqa Fiîlî
Piştî sala 1967’ê, Îsraîlê li Şerîaya bilezûbez dest bi zêdekirina jîngehên Cihûyan kir. Di vê pêvajoyê de hem hincetên olî (li gorî Tewradê), hem jî bi hincetên ewlehiya stratejîk weke hincet nîşan da. Di sala 1977’ê de jî bi hikûmeta Begînê re ev jîngeh zêde bûn; dema gihiştin salên 1990’ê, zêdetirî 100 jîngeh hatibûn avakirin. Taxên Filistîniyan ên li Rojhilatê Qudsê hatin dorpêçkirin. Ev jîngeh ne tenê bi xaniyan; her wiha bi rê, av, binesazî û noqteyên leşkerî ve j^êdî veguherandin rejîmeke entegrebûyî.
🔹 Pêvajoya Osloyê: Hêviyeke Şikestî
Di sala 1993’yê de li Washingtonê Peymana Osloyê hate îmzekirin. Bi vê yekê re di dîrokê de cara ewil Îsraîl û Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê (FKO) bi awayekî fermî hatin cem hev. Li gorî peymanê:
- Dê Rêveberiya Xweser a Filistînê were avakirin,
- Artêşa Îsraîlê dê gav bi gav xwe paşve bikişîne,
- Mijara Quds, penaber û sînoran dê ji bo hevdîtinên statuyê ya nîhaî bihatina hiştin.
Lêbelê ev pêvajo tu caran nehate temamkirin û nehate cîbicîkirin. Îsraîlê, avakirina jîngehan domand. Rêveberiya Filistînê rewatiya xwe ya di nava gel de winda kir. Hamas pêş ket, li Îsraîlê koalîsyonên rastgir Oslo paşguh kirin. Hevdîtinên Camp Davîd ên sala 2000’î têk çûn. Piştre jî întîfada Duyemîn dest pê kir.
🔹 Çareseriya Du Dewletî Çima Xitimî?
Salên domdirêj vebijêrka ku civaka navneteweyî diparast, çarseriya du dewletî bû. Ev vebijêrk di roja me de hema hema xitimî ye:
- Zêdetirî 700 hezar şêniyên Cihû yên li Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qudsê,
- Rojhilatê Qudsê bi awayekî fiîlî di bin kontrola Îsraîlê de ye,
- Parçebûna xaka Filistînê ya ji hêla cografîk ve,
- Nebûna yekitiya siyasî ya di navbera Xeze û Şerîaya Rojava de.
Ji ber vê rewşa xwe, hema hema mimkûn nebû ku dewleteke Filistînê ya serwer, domdar û sînorên wê xêzkirî were avakirin.
🔹 Têkçûna Osloyê: Çima Nekarî Mayinde Be?
- Hevsengiya Hêzê ya Asîmetrîk: Îsraîl ji hêla sazîbûnê ve dewletekî tam e lê aliyê Filistînê ji hêla sazûmaniyê ve qels bû.
- Bêbaweriya Domdar: Alî wisa fikirîn ku sozên hatine dayin nehatin girtin.
- Kudüs ve mülteciler: Temel sorunlara dokunulmadı.
- Rola DYA’yê: Bi demê re êdî ji navbeynkariya bêalî dûr ket.
🔹 Îro: Gelo Du Dewletî Xeyal e Yan Rastiya Nû Ye?
Rêveberiya Îsraîlê di salên 2020’î de, jîngehên behsa xeberê ji mijara “nîqaşê” derxist û hewl da “Asayî” bike. Her çend di nava civaka navneteweyî de çareseriya du dewletî bi awayekî retorîk piştgirî jê re were kirin jî, li qadê rexneyên li dijî yek dewletî û rejîmeke cihêkar her ku diçe zêdetir dibin.Hinek rêxistinên mafên mirovan, di raporên xwe de vê avadaniyê weke “apartheid” pênase dikin.
🔹 Bingeha Pirsgirêkê û Çareserî
Sedema herî kûr a pevçûnan ew e ku li erdnîgariyeke pirolî û pirnîjadî de hewl tê dayin yek îktîdar û yek nasname were avakirin. Anku hewl didin vê xakê bi darê zorê di bin qalibê netewe-dewletê de bicih bikin.
Netewe-dewlet, ewlehî û sînoran dixe pêşiya her tiştekî û xwe dispêre gotina divê “gelekî” homojen hebe. Gelên li derveyî vê çarçoveyê dimînin jî gelek caran weke kêmanî, penaber û gef tên pênasekirin. Vê mantiqê, di çarçoveya meseleya Filistîn-Îsraîlê de, bi polîtîkayên nifûs û xakê û bi rêya rejîmên hemwelatîtiyê cudahiya ‘Ez/yên wêdetir’ sazûman kiriye; qadên pîroz û çîrokên dîrokî jî veguherîn amûrên rewakirinê. Xeta ji serdema mandaterê heta Osloyê didome, kir ku zimanê ewlehîperest li gorî taloqkirina domdar a mafên sivîlan û daxwazên hemwelatiya wekhev teşe bigire. Aştiya mayinde jî, girêdayî wê ye ku qalibên çareseriyê yên serweriyê esas digirin bi rêya rêgezên wekheviya maf esas digire û civakîbûna hevpar were derbaskirin.
Encam: Yên Tê Bîra Wan û Yên Ji Neçarî Tînin Bîra Xwe
Tevgera ku ji Kibbutzan dest bi rêwîtiya xwe kir, bi sala 1948’ê re veguherî dewletê, ji sala 1967’ê ve veguherî îlheqê û ji salên 2000’î ve jî veguherî dagirkeriya mayinde. Qonaxa gihîştiyê jî, êdî sînorên pêşniyarên çareseriya dîplomatîk a klasîk derbas kir û lêgerîneke çareseriyê ya dîrokî û etîk e.
Ji bo Filîstiniyan ev ne tenê meseleya xakê ye; di heman demê de meseleya hafize, aîdiyet û hebûnê ye. Ji bo Îsraîliyan jî pirsgirêka ewlehî, nasname û rewatiya kûrewî ye.
Gelo di nava van pozîsyonên hevnegirtî de hêj jî hêviya aştiyê heye?
Belkî jî pirsa esasî ev e:
“Aştî pêkan e yan tenê bi edaletê re dikare xwedî wate bibe?”



