Şert û Merc
Aktûelkirina Dawî: 12 Îlon 2025
Ev Şert û Merc, serdan û bi kar anîna we ya malpera Pûng Mediayê (ku ji vir û pê ve dê wekî “Malper” were binavkirin) birêve dibin. Dema hûn malperê bi kar tînin, hûn van şert û mercan jî qebûl dikin. Ji kerema xwe van şert û mercan bi baldarî bixwînin.
Naverok û Mafên Telîfê
Hemû naverokên li ser malpera me (hemû nivîs, wêne, vîdeo, grafîk û materyalên din) milkê Pûng Mediayê an dabînkerên naverokê wê ne û bi mafê telîfê tê parastin. Naveroka me tenê ji bo bi kar anîna we ya kesane ye, ne ji bo bazirganiyê ye. Kopîkirin, belavkirin an jî dubarekirina bê destûr a naverokê qedexe ye.
Berpirsiyariyên Bikarhêneran
Dema hûn malperê bi kar tînin, hûn rêzikên jêrîn jî qebûl dikin:
- Malperê ji bo ti armancên ne qanûnî an bê destûrî bi kar neynin.
- Naverokên heqaret û destdirêjkerî û tehdîdkar û tacîzkar neşînin.
- Mafên telîfê, markeyên bazirganî û mafên din ên milkiyetê bin pê nekin.
- Naverokên ku vîrus an jî niyet xirabî tê de hene bar nekin.
Şîrove û Beşdariyên Bikarhêneran
Şîroveyên xwendevanan û beşdariyên din ên bikarhêneran divê ji hêla rêveberên malperê ve werin pejirandin. Pûng Media, mafê xwe yê jêbirina her cure şîroveyên ne exlaqî û ne qanûnî an reklamî, diparêze. Şîrovekar bi temamî ji naverokên xwe berpirsiyar e.
Girêdanên Aliyên Sêyemîn
Malpera me dibe ku girêdanên malperên aliyên sêyemîn hebe ku ji derveyî kontrola me ne. Em ne berpirsiyarê naverokên polîtîkayên nihêniyê yên van malperan in. Pêşniyaza me ji we re ew e ku berê bi kar anîna malperê, şert û mercên aliyê sêyemîn bixwînin.
Redkirina Berpirsiyariyê
Her çi qas em hewl bidin ji bo agahiyên aktûel û rast û durust yên li ser malperê jî, lê bele em ti garantî nadin ji bo agahiyên bê kêmasî û ne aktüel.
Guhertinên Şert û Mercan
Pûng Media, çi demê bixwaze dikare van şert û mercan biguherîne. Guhertinên ku werine kirin, dê demilst piştî weşanê li ser malperê bandor bibin. Berdewamiya we ya bi kar anîna malperê qebûlkirina şert û mercên nû ne.
Têkilî
Heke di der barê van şert û mercan de pirsek we hebe, ji kerema xwe bi me re têkilî daynin.
E-posta: contact@pungmedia.com

