Em wekî Pûng Mediyayê, di wê baweriyê de ne ku rojnamegerî divê ji rûyê erdê wêdetir biçe, pirs bike, lêkolîn bike û li hemberî hêzê rabe. Pûng bi vîzyona avakirina nifşek nû ya odeyên nûçeyan, li ser rêya analîza rexnegir, çîrokbêjiya afirîner û li ser bingeha rojnamegeriya daneyan hatiye damezrandin.
Mîsyona Me
Mîsyona me ew e ku em ji xwendevanan re rojnamegeriyeke pêbawer, serbixwe û bi pevgirêdanên dijwar, pêşkêş bikin. Di serdema çerxên nûçeyên bilez û dezenformasyonê de, em li ser zelalî, rastî û kûrahiyê disekinin.
Armanca Me:
- Pêşkirina nûçeyên ku rastîya wan hatine kontrolkirin û bi pir çavkanî ne.
- Aşkerekirina agahiyên ne rast, ne adil û ne heq e.
- Guhdayîna civakên cihêreng û nêrîn û fikren cihê ne.
- Nûjenkirina cûrbicûr formatên multimediayî û ji gotarên lêpirsînê bigire heya dîmenên înteraktîf.
Vîzyona Me
Ekosîstema ku Pûng medyia xeyal dike ku ev e:
- Serbixweyî: Ji bandora sazî û dezgehên siyasî dûr e.
- Şefafî: Di der barê çavkanî, finansman û biryarên xwe yên edîtoriyal vekiriye.
- Berfirehî: Cihdana fikir û ramanên ku hatine paşguhkirin.
- Nûjenî: Bi ceribandinên sêwiranên teknolojîyê û çîrokbêjiyê, bi prensîbên edîtoryal ji bo gihîştina girseyên nû.
Prensîbên Me Yên Edîtoryal
Em pabendî bi pîvanên herî bilind ên rojnamegeriyê dikin:
- Rastî: Her çîrok, di kontrolkirineke rast û durust de derbas dibe.
- Berpirsiyarî: Em xeletiyan bi awayekî vekirî û zelal sererast dikin.
- Exlaq û Berpirsiyarî: Em li gorî prensîbên çapemeniya azad a cîhanî û mafên mirovan dixebitin.
- Pirrengî: Di odeya me ya nûçeyan de, em cih didin çand û ramanên cihêreng.
Tiştên ku Em Diweşînin:
- Lêkolîn: Raporên berfireh yên dirêj li ser mijarên siyasî, civakî û aboriyê.
- Analîz û Nêrîn: Perspektîf û nêrînên balkêş yên ku ji pispor û nivîskaran tê.
- Huner û Çand: Nivîsên ku afirîneriyê, nasnameyê û guhertina civakî vedikole.
- Rojnamegeriya Daneyan: Çîrokên dîtbarî yên înteraktîf ên ku ji hêla lêkolîn û statîstîkan ve têne agahdarkirin.
Çima “Pung”?
“Pung”, radîkalî û zelalî û dengvedanê temsîl dike. Çawa ku dengekî hêle û hêwirzeyê dibire; rojnamegeriya me jî armanc dike ku dezenformasyon û xirabkirinê bibire, rastî û têgihîştinê bîne ber destê xwendevanan.
Mil Bidine Milê Me
Em bawer dikin ku rojnamegerî projeyeke hevkariyê ye. Xwendevan beşek ji odeya me ya nûçeyan in. Hûn bi rêya nerîn, beşdarî û hevkariyên xwe, di avakirina siberoja medyaya serbixwe de dibin alîkar.
Ji bo parvekirina raman, nêrîn û pêşniyazên xwe yên çîrokan bi me re li ser contact@pungmedia.com têkilî daynin.

