Çîrok: Bîra Miovahiyê

Çîrokên ku bingeha wan xwe dispêre vegotina devkî ya bi hezaran salan û li çar aliyê cîhanê hin hêmanên wan ên ku dişibin hev hene, tu carî wekî roja me nehatine vegotin, nivîsandin an jî lîstin. Berovajî baweriya gel, çîrok tu carî bi taybetî ji bo zarokan nehatine sêwirandin. Lê belê ev cureya ku ji aliyê mezinan ve tê vegotin tu carî zarok li derveyî xwe nehiştiye.

Folklorîst Jack Zipes têkiliya çîrokan a bi zarokan re wiha rave dike: “Çîrokên devkî di tevahiya dîrokê de di hemû civakan de her tim marjînal mane – mîna ku zarok marjînal mane; zarok jî, mîna çîrokan, hêdî hêdî di nav civaka sereke û çandî de cih girtine.”

Jack Zipes wêjenas û nivîskar e. Taybet li ser çîrokên periyan şixûliye. (Wêne: UMRA)

“Hebû tune bû” hevokeke ku di gelek zimanan de hevwateyên wê hene, di çîrokan de li seranserê dîroka mirovahiyê de derdikeve pêşberî me. Ev hevok bangek e ji bo guhdaran ku bikevin bîra kolektîf a mirovahiyê. Çîrok, ne tenê bîranînên xweş ên ku zarokatiya me tînin bîra me ne. Di seranaserê dîrokê de çîrok berhemên ku zanînên civakan digihînin roja me ne û rêya vegotina qehremaniyên wan in.

Zipes di pirtûka xwe ya bi navê “The Irresistible Fairy Tale – The Cultural and Social History of a Genre” de dibêje ku çîrok ji dema ku mirovahî dest bi axaftinê kiriye û heta berî wê jî, ji dema ku mirovan xwe bi zimanê laş îfade kiriye ve hene. Li gorî Zipes, mirovan baweriya xwe bi çîrokên ku bûyerên derxwezayî nîşan didin anîne, mîna ku îro mirov baweriya xwe bi ol, mezheb û neteweyan tînin.

Çîrokên ku cureyeke vegotinê ya anonîm in ku bi bûyerên derxwezayî ve girêdayî ne, demeke dirêj e ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi vegotinên wekî “hakawatî” li nav Kurdan  wekî “çîrokbêj” û li Anatoliyê wekî “meddah” têne vegotin. Ji pênaseyên wê yên hatinê jiberkirin wêdetir çîrok, xwedî weteyên berfirehtin û girîngtir in ku ji aliyê vebêjer ve li gor çarçoveya xwe ya civakî ji nû ve teşe digirin. Ji ber vê yekê, mimkun e ku çîrok ne tenê wekî kombûnên şahiyê lê wekî amûreke ji bo avakirin û parastina nasnameyên mirovan werin pênasekirin.

Di çîrokên ku bi qasî dîroka mirovahiyê kevin in de, ku em şopên wan ji Mezopotamyayê bigire heta Çînê, ji Hindistanê bigire heta gelên xwecihî yên Amerîkayê dibînin, tê dîtin ku mirov carinan hewl didin bûyerên xwezayî rave bikin, carinan şîreteke exlaqî didin, an jî mirovên ji rêzê ji bo zindîmayînê têkoşînê dikin.

Bi nivîsandina çîrokan ên Birayên Grimm a li Ewropayê û bi populerbûna şêweyên nivîskî, çîrokan dest bi guhertinê kirin. Di çanda devkî de, çîrokên ku her vebêjerek tiştek ji xwe lê zêde kirî, bûn xwedî qalibên diyarkirî. Lêbelê, wekî ku em di civakên Rojhilata Navîn û Asyayê de dibînin, çîrokbêj hê jî çîrokan vedibêjin û bi vî awayî çîrok di bîra kolektîf de dijîn, pêş dikevin û diguherin.

Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên çîrokan hebûna motîfên wekhev ên li seranserê cîhanê ye. Vladimir Propp di berhema xwe ya bi navê Morfolojiya Çîrokan de bi awayekî sîstematîk hêmanên avahîsaziyê yên dubare ên di çîrokan pêşkêş dike. Li gorî Propp, hema hema her çîrokek lehengekî/ê vedihewîne ku dest bi rêwîtiyekê dike, rastî astengiyekê tê, alîkariyê distîne û di dawiyê de xelata xwe bi zewacê an jî bi derketina ser text bi dest dixe.

Bo nimûne, li gelek deverên cîhanê di çîrokan de hêmanên ku gur dixwaze berxan an jî çêlikên berazan bixwe têne dîtin. Di her yek ji van çîrokan de, em qehremanekî xerab û kone dibînin ku dixwaze zirarê bide heywanên bêguneh, û di dawiyê de heywanên bêguneh, heke guh bidin diya xwe, ji qehremanê xerab û kone xilas dibin û dîsa digihin diya xwe. Ev hevparî nîşan dide ku çîrok xwedî hest û hînkirinên gerdûnî ne.

Her çend îro çîrok di şêwe û fonksiyona vegotinê de guherîbin jî, hê jî roleke bingehîn dilîzin. Îro jî, çîrok ne tenê ji bo zarokan, lê di heman demê de ji bo mezinan jî balkêş in, çi bi nivîskî, çi bi deng, çi jî bi sînemayê.

Angela Carter di berhema xwe ya bi navê “The Bloody Chamber” de çîrokên klasîk bi perspektîfeke femînîst ji nû ve dinivîse. Di heman demê de Neil Gaiman di berhema xwe ya bi navê “Snow, Glass, Apples” de wan bi şêwazek gotîk û tarî ji nû ve vedibêje. Şîrketên mîna Disneyê, çîrok li çanda populer guncandine.  Ji nû ve sêwirandina çîrokan an hînkirinên kevin hilweşandine an jî an jî di jiyana zarok û mezindan de bêhtir bi cih kirine. Lê di sêwirandinên nû de jî, di çîrokan de mijarên gerdûnî yên wekî edalet, wêrekî û lêgerîna nasnameyê hene.

Wek encam, em dikarin bêjin ku di tevahiya dîroka mirovahiyê de çîrok hem wekî bîra takekesî ne û hem jî bîra kolektîf in. Bi rêya çîrokan, em fêrî têkoşîn, nirx û hewldanên mirovahiyê yên ji bo têgihîştina mirovahiyê û gerdûnê yên ji rabirdûyê heta roja me, dibin.

Ji nû ve xwendina çîrokan ne tenê rêwîtiyeke ber bi rabirdûyê ve ye, di heman demê de derfetek e ku wateya mirovahiyê ji nû ve were keşifkirin. Hevoka “Hebû, tunebû” hê jî heman hêzê dihewîne; me pêşwaziyî nav bîra me ya kolektîf dike.

Latest articles

spot_imgspot_img

Related articles