Bombebarkirina Zindana Evînê: Veguhestina Bi Darê  Zorê û Şahidî

Bi Vegotina Şahidekî Bûyerê; Bombebarkirina Zindana Evînê li Îranê

Di 23’ê Hezîrana 2025’an de, êrîşa Îsraîlê ya li ser Zindana Evînê,  girtiyên bêguneh, gardiyan û lêpirsîneran jiyana xwe ji dest dan. Bombekirina girtîgeh û nexweşxaneyan sûcek şer e, û hikûmeta Îsraîlê di vê êrîşê de herduyan jî hedef girt.2

Zindana Evînê ku di salên 1970’an de hatiye avakirin, gelek girtiyên siyasî yên Îranê, hem di bin desthilatdariya Şah de û hem jî di bin desthilatdariya rejîma heyî de, lê mane. Di salên 1980’an de, ew yek ji cihên kuştinên girseyî bû. Dema ku ez li wir girtî bûm, her roj ez dibûm şahidê îşkence û darvekirinan. Di xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên sala 2022’an de, rejîmê bi mebesta kuştina girtiyan hin beşên Evînê şewitandin.

Monarşîstan ji bo bombebarana Zîndana Evînê ji Îsraîlê re spas kirin; Zirara giran a ku li girtîgehê çêbû, rejîm neçar kir ku hemî girtiyan veguhezîne zindanên din. Rojava bi salan e propagandaya monarşîst pêş dixe.

Di Şerê Îran û Iraqê yê salên 1980’yan de, girtîgehek li nêzîkî Pîranşarê hate bombebarankirin û gelek girtî hatin kuştin. Lijneya Dadwerî ya Bilind di sala 1986’yan de biryara serbestberdana girtiyên ku li herêmên şer bûn, dabû. Hefteyek berî ku Îsraîl êrîşî Zîndana Evînê bike, girtiyan û malbatên wan ji bo berdana heta ku şer biqede serî li mudur û rayedaran dan, lê daxwazên wan hatin redkirin.

Piştî êrîşên Îsraîlê gel li hundirê zindana Evînê (Wêne ji hêla AFP ve)

Ezmûnên Girtiyên Jin

Piştî bombebaranê li Zîndana Evînê, şevekê av û elektrîk tune bû. Hin girtiyên mêr bi rêya telefoneke destan bi malbatên xwe re têkilî danîn, lê girtiyên jin xwedî wê îmkanê nebûn û nekarîn ji hezkiriyên xwe re bibêjin ku ew sax in û li jiyanê ne.

Girtiyên jin çend teqîn bihîstin. Hucreya wan hejiya û pace şikestin. Sê saet tu gardiyanek nehat; Lênêrîna birîndaran û paqijiya hucreyan ma li benda girtiyan. Girtî ji bo malbatên xwe bi endişe û bi fikar bûn.

Dûv re ji wan re hat gotin ku di nav saetekê de ji bo veguhastinê amade bibin. Gardiyanan gef xwarin ku ger ew neçin, dê gaza rondikrêj bikar bînin û li wan bidin. Wan nizanibû ku ew ê bibin ku derê û nexwestin biçin. Rêveberiya girtîgehê veguhestinan bikar anî da ku zexta psîkolojîk û îşkenceyê li ser girtiyan bike. Gardiyanan li girtiyan dan û bi zorê ji hucreyên wan derxistin.

Nêzîkî 60 girtî dudu dudu bi hev re  hatin kelepçekirin. Tiştên ku dixwastin bi xwe re bibin, nekarîn bibin; hin ji wan nekarîn dermanên xwe jî bigirin. Ji ber ku destekî wan tenê serbest bû, wan piraniya tişt û miştên xwe nekarîn bibin.

Hin malbatên ku piştî bihîstina bombebaranê gihîştin ber deriyê Evînê, dîtin ku zarokên wan bi otobusekê ji girtîgehê têne derxistin û ji rewşa malbatên xwe ditirsin.

Dema ku gihîştin Girtîgeha Xerçaxê, li ser wan geriyan. Ew li holeke bê pencere û bê klîma hatin seknandin. Lênêrîna bijîşkî tune bû. Tenê “rihetiya” di holê de sebîleke avê bû. Li vê herêma hişk a Îranê, germahiya Hezîranê bêhna mirov diçikand. Ew pir qirêj bû û ji hemî îmkanan bêpar bû. Şert û mercê tu tiştekî tüne bû; ji bo hejmara girtiyan cî têrê nedikir. Girtîgeha Xerçaxê, ku bi qasî 40 km li başûrê Tehranê ye, bi giranî xisirî bû.

Roja din, 9-10 kes di hucreyên piçûk û bê pencere de hatin bicihkirin. Di van odeyan de klîma tune bû, û ava li Xerçaxê nebaş bû. Tuwalet û serşok nebaş bûn. Bi rojan bû ku girtiyan nekarîbûn bi malbatên xwe re têkilî daynin. Di dawiyê de tenê telefonek ji girtiyan re hat dayîn da ku bi cîhana derve re têkilî daynin.

Ev ezmûn dişibiya tiştên ku ez di dema di navbera girtîgehan de dihatim veguhastin. Dema ku em gihîştin cihê veguhastinê, gardiyanên berpirsiyar bi gef û tehdîtên xwe eşkere dikirin ku  moralê me xera bikin.

Ezmûnên Girtiyên Mêr

Ezmûna girtiyên mêr a bombebaranê cuda bû. Teqînê derî û pencereyên Qawîşa Hejmar 4 şikand. Gelek girtî birîndar bûn. Yên ku sax man ji hucreyê derketin û dîtin ku revîra girtîgehê dişewite. Depoyên xwarin û paqijiyê hatibûn hilweşandin. Hucreyên tekekesî jî zirar dîtibûn, deriyên wan ji ber teqînê vebûn. Hem girtî û hem jî gardiyan bi tirs ji qawîşê derketin. Hêjmara gardiyan ji girtiyan kêmtir bû.

Girtiyan dest bi kişandina mirovan ji bin kavilan kirin – girtiyên din, karmendên revîrê, karmendên paqijiyê û hin gardiyan. Doktorê ku bi salan girtiyan muane kiribû, ji aliyê nexweşên xwe ve ji nav kavilan hate rizgarkirin û paşê wiha nivîsand:

“Girtiyan jiyana min xilas kirin. Yên ku min ew derman kiribûn alîkariya min kirin. Wan ez birim quncikekê. Ez nîv mirî bûm. Wan av ji min re anîn, betanî avêtine ser min ,  li lingê min pêçan . Wan xwîna ji rûyê min paqij kir û ji bo min giriyan. Ez ditirsiyam. Min ji wan re got ku min nehêlin. Yek ji wan got ku ew ê min nehêle. Ew dikarîn birevin, lê nerevîn; ew li kêleka min man. Wan jiyana min xilas kir.”

Dema ku Îsraîlê zindan bombebaran kir, li Evînê zêdetirî 3,000 girtî hebûn. Rewşa hin ji birîndaran krîtîk bû, lê ew nebirin nexweşxaneyan û tu lênihêrîna bijîşkî negirtin.

Piştî bombebaranê, girtî di saet 2:30ê sibê de ji hucreyên xwe hatin derxistin. Di tevahiya şevê de, bi sedan girtî bi tundî bo zindanên din hatin veguhastin. Destên wan hatin kelepçekirin û bi zincîran biheva hatin girêdan. Heta yên ku dest û lingên wan şikestî bûn jî hatin girêdan. Tenê destek ji bo hilgirtina eşyayan vekirî bû, ev yek jî wan neçar kir ku piraniya eşyayên xwe li dû xwe bihêlin. Ew di nav kavilan de hatin meşandin, teqînên ku ezman ronî dikirin û dengê mûşekên dijî-balafirî yên ku li jor diteqiyan, li gel wan bûn. Ew ji aliyê gardiyanên bi çekên makîneyî ve hatibûn dorpêçkirin. Rewşa wan a asayî ya dîlgirtinê bûbû rewşek şer.

Ji ber zincîran pêşveçûna wan hêdî bû. Piştî nêzîkî şeş saet meşê, ew di saet 8:00’ê sibê de gihîştin zindana nû. Ew 24 saet bû ne razabûn, ne xwaribûn û ne jî av vexwaribûn.

Her wiha mêran dît ku girtîgeha nû pir qirêj û bê ava vexwarinê ye. Diviyabû av bikirin, lê li kantîna girtîgehê têra xwe ava vexwarinê  tunebû – her çend girtî bikaribin bikirin jî. Hin pirsgirikên din; qerebalixî, nebûna paqijiyê, û şîdeta devkî û fîzîkî ya gardiyanan bûn.

Bombebarana Evînê ewqas dijwar bû ku sivîlên ku li nêzîkê wê dijiyan, an dimeşiyan an erebe diajotin jî hatin kuştin.

Encam

Îsraîlê girtî kuştin û îşkenceya psîkolojîk li ser kesên saxmayî kir. Malbatên wan jî êş kişandin, her weha yên ku malên xwe li deverên derdorê winda kirin. Niha piraniya zarokan ditirsin ku bi tenê razên.

Ez hêvî dikim ku mirov xetera rastîn a ku ji hêla hikûmetên Rojavayî ve tên çêkirin û ka ew çawa di qirkirina Îsraîlê ya li Xezzeyê û bombebarankirina welatên derdorê de têne bikar anîn bibînin. Ger mirov xwe rêkbixin û kolektîvîzm derkeve holê, ev hêz dê nikaribin bi hêsanî serî li îşkence û komkujiyan bidin.

Latest articles

spot_imgspot_img

Related articles