Destpêkên hilberîna muzîkê yên li ser bingeha hişê çêkirî (AI) hem balkêşiyeke bi heyecan û hem jî fikarên tirsnak li ser muzîkê diafirînin. Êdî pêkan e ku di nava çend deqeyan de bi hevokekê an jî bi raveya melodiyeke kurt, kompozîsyoneke şêwazî were hilberandin. Her çend ev pêşketin di nêrîna destpêkê de wekî derfeteke nû ya ku ji hêla teknolojiyê ve tê pêşkêşkirin bi balkêşî xuya bike jî, divê mirov fam bike ku pirseke ne diyar a veşartî heye: keda muzîkjen, rihê muzîkê û girêdana kevnar a ku ew bi mirovahiyê re çêdike di bin gefê de ne.
Ji bo ku di hişê xwendevanan de gumaneke biçûk jî nemine, hewce ye bi awayekî neteknîkî têkiliya muzîkê ya bi komputeran re çawa bi demê re pêşketiye, em vebêjin.
Cara pêşî di navbera salên 1983 û 1987’an de, protokola MIDI (Musical Instrument Digital Interface) bingeha amûrên hilberîna muzîka dîjîtal ên wekî DAW (Digital Audio Workstations; mînak, Cubase, Logic Pro, Pro Tools) danî. Di dawiya salên 1980’yan de, komputer wekî amûrên sererastkirina deng ên çalak di studyoyan de dest bi karanîna wan hate kirin. Piştî sala 1991’an, pergalên dîjîtal di studyoyên profesyonel de bûn standard. Di vê serdemê de, sîstemên analog – nemaze teknolojiya tomarkirina kaseta magnetîkî ku ji salên 1950’yan vir ve standarda endustriyê bû – di şevekê de winda nebûn; berevajî, ew bi hatina pergalên dîjîtal re hêdî hêdî ber bi wendabûnê ve çûn. Heta sala 2000’an, DAW bûn standarda endustriyê û îro em guhertinên herî pêşkeftî yên van pergalan hem di studyoyên xwe yên profesyonel û hem jî yên tekekesî yên malê de bikar tînin.
Sîstemên tomarkirina deng ên analog, bi ya min ne nirxa xwe û ne jî orîjînaliya xwe wenda nekirine. Lewre ew şopa rastîn a lerizînên fîzîkî (wave) diparêzin. Lê sîstemên tomarkirina dîjîtal bi veguherandina van lerizînan bo rêza hejmaran tebeqeyek razber lê zêde dikin. Ji ber vê yekê tomarkirinên analogan pirî caran germtir, şênbertir û “ji dil” tên hîs kirin.
Gengeşeya ku îro jî berdewam dike; “Analog çêtir e an dîjîtal çêtir e?” ne ecêb e; ev mijar ne tenê meseleya teknîkê ye, lê di heman demê de li ser tahm û hînbûn û rîtuelên kesane ne.
Ger em li ser rêbazeke rast û durust û ji manîpulasyonê dûr biaxivin, ew cure tomarkirinên albûmê ne ku muzîkjen amûra xwe lê dixe û distirê, rasterast xwe dispêre ferasetên xwe. Ev tomarkirin, ku pir caran wekî “tomarkirinên êrîşê” têne binavkirin, di heman demê de têne tomarkirin, bê sererastkirin û dûv re ji nû ve têne çêkirin. Mixabin, tomarkirinên wiha bi dawiya serdema analog re tên jibîrkirin.
Îro, bi teknolojiya di vê qonaxa pêşkeftî de, mirov bi mafdarî dipirsin, “Em çima rêbazên kevn û zehmet ên serdema analog tercîh bikin? Ma ev ne wendakirina demê ye?” Bi ya min, ev bi rastî jî ne mijara gengeşeyê ye; ew yekcar tercîha kesane ye. Lêbelê, dilsozî, xwezayîbûn û “mojo”ya bêhempa ku di cih de bala me dikişîne dema ku em guh didin tomarên ji salên 1950’yan heta 1980’yan, nîşanek tomarên ku bi wê rêbaza rast û hêsan hatine çêkirinin. Li gorî ezmûna xwe, ez dikarim bi wêrekî bibêjim ku melodî çiqas bi dilsozî, giyan û rasteqîniyê werin lêxistin û gotin, teknolojiya ku tê bikar anîn ewqas wê dilsoziyê diparêze heya ku bigihîje guhdarvanan.
Xalek din a dîrokî sala 1997’an e: Belavbûna bernameya Auto-Tuneyê ye. Di destpêkê de tenê ji bo sererastkirina xeletiyên piçûk ên dengan dihat bikaranîn, ev nermalav bi demê re veguherî “makîneyek popstarê” ku kesên bê feresat û dengnexweş dişibandin şalûl û bilbilan. Îro, guhertinên pêşkeftî yên wekî “Melodyne” dikarin dengek “kesayetiyek cûda” bidin. Hin kes wê tenê wekî amûrek ji bo şahiyê dibînin; yên din wê wekî amûrek şaş dibînin, ku rê li ber stranbêjên jêhatî digire ku di endustriya muzîkê de girîngiyê bi dest bixin û amûrek pêşeng a manîpulekirinê dibînin. Ew bandora vokal a robotîk, ku bi taybetî di muzîka R&B û Rapê de tê bikar anîn, nîşan dide ku Auto-Tune ji hilbijartineke estetîkî derbasî stratejiya endustriyê bûye.
DAW, amûrên li ser bingeha MIDI û nivîsbariyên efekt tenê li ser bingeha raman û manîpulasyona mirovan bi bandor in. Ew nikarin bi tena serê xwe stranekê çêbikin an dengekê tomar bikin an biafirînin; lêbelê, ev pergal dikarin bi hişmendî ji hêla muhendisekî/ê deng, aranjmanker, an muzîkjenek ku di pergalê de perwerde bûye ve werin manîpulekirin.
Lê ev hevsengî bi tevlêbûna hişê çêkirî (AI) ya rasterast di sektora muzîkê de dest pê kir ku bandor li bingeha muzîkê dike. Her çiqas kokên ramana hilberîna muzîkê bi hişê çêkirî (AI) vedigerin sala 1951’yan jî, sîstemên ku dikarin rasterast bêyî destwerdana mirovan besteyên orîjînal biafirînin, tenê di destpêka salên 2010’an de derketin holê. Mînak, Iamus di sala 2012’an de derket holê û piştre jî AIVA di sala 2016’an de derket holê. Piştî sala 2023’yan, sîstemên mîna SUNO dê bi hişê çêkirî (AI) yên bi tevahî pir bi mod ku dikarin hem fermanan ji nivîsê bigirin û hem jî perçeyên vokal û aranjekirî hilberînin. Ev sepan ne tenê amûrên alîkar in; ew di heman demê de veguherine alavên ku wekî “bestekar” û “îcrakarên” xweser. Ev rewş ne tenê veguherîneke teknolojîk e; ew di heman demê de îstismareke çandî, hilweşîneke exlaqî û derbeyeke herî mezin li dîroka kedê ye.
Ez dixwazim li vir dîsa dubare bikim ku armanca vê gotarê ne ew e hişê çêkirî (AI) wekî cinawirekî nîşan bide. Berevajî, ez bawer dikim ku dema bi rêkûpêk were bikaranîn, ew dikare beşdarî gelek projeyên afirîner ên bêhempa yên mirovan bibe û bibe amûrek ji bo kifşkirina kombînasyonên ku ji hêla hişê mirovan ve nayên bidestxistin. Lê mixabin, serdema ku em tê de dijîn ji wan senaryoyên geşbîn dûr e. Hêza hilberîner a hişê çêkirî (AI) bi piranî li ser teqlîdkirin û kedxwarina mirovan hatiye avakirin.
Tevna melodîk, şêwaz, hînbûnên harmonîk û tonên hestyarî yên berhemên berê ji hêla van pergalên hişê çêkirî (AI)) ve bêyî destûr were girtin têne analîzkirin û ji nû ve têne hilberandin. Piştre wekî ku ew afirandinên nû bin têne pêşkêşkirin. Ev ne tenê heşifandineke estetîkî ye; ew rasterast kedxwarin e. Bîra çandî, çîrokên tekekesî û hewldanên afirîner têne desteserkirin. Muzîk ne tenê rêze notan in; dîrok, têkoşîna kesane, çarçoveya civakî-siyasî û barên hestan ya ku ji hêla wan notan ve tê hilgirtin eslê wê pêk tîne. Ev nayên teqlîdkirin. Dema ku tê teqlîdkirin, encam ne muzîk e, lê tenê dengvedaneke vala ye.
Êdî ne sir û raz e ku pêşkêşkerên sereke yên karûbarên dîjîtal ên wekî YouTube û Spotifyê muzîka çêkirî ya bi navên hunermend û bergên albûmên sexte derdixin; ev naverok bi mîlyonan tên guhdarîkirin û hemî mafên telîfê digirin û rasterast dixin qaseya xwe! Ev platformên muzîka dîjîtal ku hunermendên xwe yên çêkirî derdixin da ku ji dayîna pereyên hindik ên ku ji hunermendên rastîn re têne dayîn dûr bisekinin, ne tenê di diziya kedê ya neexlaqî dikin, di heman demê de modelek kedxwarinê ferz dikin ku hunermendên kedkar marjînal dike. Ev êdî ne tenê meseleya “teknolojiyê” ye; êdi bi eşkere ew pergaleke mijokdariyê ye.
Ma hêsan e ku muzisyenekî/ê bi entrumana xwe, xwe bigihîne? Mirov deh salên xwe yên ewil bi hevnasîna wê enstrumanê re derbas dike; salên din bi xwegihandina xwe ya muzîkê bi ronahiya ekolên ku ew dipejirînin de, nasnameyek bêhempa, mîna şopa tiliyê, têne derbaskirin… Ev pêvajoya zor û zehmet ku gelek sal wext digire, hunermend ne tenê wekî îcrakarekî/ê lê di heman demê de dibe kesek afirîner jî.
Ji ber vê yekê ye ku sîstem ji helwesta hunermend ya xweser û muxalîf ditirse. Lewre hunermendekî afirîner wekî mirovê îksîra nemirinê vexwaribe ku li ser rûyê vê dinyayê diğere, wekî hev e.
Dijîtal streaming, yanê dema ku weşana dîjîtal, ji guhdaran re li ser înternetê, cara yekem hate pêşkêşkirin, ew wekî pergalek şoreşger hate pêşkêşkirin ku dê mafên hunermend bêparastin û pêşî li weşanên korsan were girtin û şûna bazara muzîka kevneşopî ya “zehmet û bi neheqî tê bikaranîn” bigire. Berê, hunermend bi şîrketeke tomarkirinê re peymanek îmze dikir û ev peyman dê di navbera hunermend û şîrketê de bi memnûniyetekê bi hev re li hev bihatana. Albûm dê bi formatên fîzîkî yên wekî vînîl, kaset, an CD bihatana amadekirin û bi rêya pargîdaniyên belavkirinê li welat û bajaran dihatin belavkirin û li refikên firoşgehên muzîkê dhatin pêşkêşkirin. Kopiyên korsan û binpêkirina mafan bê guman hebûn; ne gengaz bû ku bi tevahî werin astengkirin. Lê, li gorî pergala dîjîtal a îroyîn, para hunermend ji dahata ji firotina albûmên fîzîkî pir zêdetir bû.
Spotify ku di roja me de aktorê herî sereke ya endusturiya muzîkê ye, armanc nake ku dahata hunermend zêde bike, lê armanc dike ku qezenca xwe maksîmîze bike. Di vê pergalê de, ku mafên kopîkirinê bi awayekî adil nayên belavkirin û algorîtmayên ku hin cureyan tercîh dikin, da ku guhdarvanan manîpule bikin, pirrengiya afirîner û cihêrengiya çandî bi giranî zirarê dibînin. Kurt û kurmancî, ev sîstema nû berhemên hunerî yên hunermendan hem ji hêla estetîkî ve û hem jî ji hêla aborî ve bêqîmet dike.
Sê çar sal berê, kê bawer dikir ku hişê çêkirî amûrên wekî “jeneratorên AI” pêş bixe û bêyî ku hewcedarî bi destwerdana mirovan hebe, hunermendek xeyalî an navê komekê bi tena serê xwe biafirîne – tenê di 20 deqeyan de – û albûmek muzîkê ya bêkêmasî ku besteyên komê, aranjeman û vokalên wê vedihewîne hilberîne, piştre li ser platformên dîjîtal bigihîje mîlyonan?
Talûkeya ku em îro pê re rû bi rû ne, ji tirsa wendakirina pîşeyên muzîkjen, bestekar an stranbêjan pir wêdetir e; ew di asteke kûr û girîngtir de ye.
Mijar, rasterast bi nêzîkatiya dîrokî ya mirovahiyê ya hunerî ve girêdayî ye. Wêneyên ku ji hêla mirovên pêşîn ve li ser dîwarên şikeftan hatine xêzkirin, rîtmên amûrên yekem ên lêdanê, stranên yekem ên şînê… Ev ne tenê formên îfadeyê ne; ew qîrînên hebûnî ne. Huner bazariya yekem a mirovahiyê bi nemiriyê re ye. Ew hewleke wisa ye ku bi wendabûnê re mijûl dibe, wateyê bibîne û xwe di çarçoveya hebûnek din de bibîne.
Di vê çarçoveyê de, muzîk ne tenê şahî, naverok, an muzîka fonê ye. Ew nasnameyeke, bîranîneke, bangek e. Tu hişekî çêkirî nikare kûrahiya vê bangê, bêhempabûna şopa tiliyê ku vê deng hildigire, ji nû ve hilberîne. Muzîka ku mirovek bi deng, nefes û destên xwe diafirîne ne tenê nirxa estetîkî, lê di heman demê de nirxa exlaqî û ontolojîk e. Lewre ew muzîk hatiye jiyîn.
Baş e, di vê nuqteyê de em dikarin çi bikin?
Gava yekem hayjêbûn e. Nepejirandina hilberîna muzîkê yên bi alîkariya AI helwestek e. Muzîsyenekî/ê rasteqîn divê baweriya xwe bi rûyên derewîn ên ku ji hêla hilberînên çêkirî ve têne afirandin neyne, lê belê divê guhdarvanan bi ya rasteqîn bihesîne.
Ya duyem, hewcedarî pê heye ku li ser platformên wekî Spotify û YouTube naveroka hunermendên çêkirî were teşirkirin, rapor kirin û hişyariya raya giştî li ser were zêdekirin. Medyaya civakî ne tenê trendan diafirîne; ew dikare ji bo belavkirina hişyariyê were bikaranîn. Hişyariya civakî, dema ku berxwedana tekekesî vediguhere dengek kolektif pêkan dibe.
Û belkî ya herî girîng: Her mirov bi taybetmendiyeke xwe ya bêhempa ji dayik dibe. Bi dilsoziya vê bêhempabûnê re; lêgerîna li dengê xwe, dîtina wî û îfadekirina wî… Vaye afirandina rasteqîn. Ne teqlîdkirin, ne teslîmbûna tiştê ku bi hêsanî peyda dibe û lipeyketina şopa tiştên orîjînal, îro awayekî berxwedanê ye.
Siberoja hunerê ne tenê ji hêla teknolojiyê ve, dê bi destê mirovan şekil bigire. Divê em muzîkê ji nû ve bixine mirov. Ji ber ku muzîk ne tenê tiştek wisa ye ku tê bihîstin; ew tiştek wisa ye ku tê hîskirin, tê jiyîn û tê parvekirin.




