Polîtîkaya Nihêniyê
Dîroka Meriyetê: 12 Îlon 2025
Em wekî Pung Mediyayê, bi biryar in ku bi zelalî û baldarî agahiyên we yên kesane û taybetîtiya we biparêzin . Vê Polîtîkaya Nihêniyê, rave dike ka em çi daneyan berhev dikin, dema ku hûn malpera me pungmedia.comê, bi kar tînin, em çawa wê bikar tînin, û mafên we yên di derbarê agahiyên we de ne.
Agahiyên Ku Em Berhev Dikin
Dema ku hûn malpera me bi kar tînin, em daneyên wekî yên li jêr berhev dikin:
Agahiyên Têkiliyê: Nav, navnîşana e-nameya we û peyamên ku hûn bi rêya formên têkiliyê yên me, dişînin.
Agahiyên Teknîkî: Daneyên wekî navnîşana IP ya we, celebê gerokê, pergala xebitandinê û statîstîkên karanîna malperê yên giştî.
Daneyên Hûrde û Şopandinê: Em hûrde û teknolojiyên wekî wan bikar tînin da ku tercîhên we bi bîr bînin, trafîka malperê analîz bikin û performansê baştir bikin.
Beşdariyên Bi Dilxwazî: Şîrove, bersiv, an materyalên din ên ku hûn hildibijêrin ku parve bikin.
Em Daneyên Çawa We Bi Kar Tînin?
Em agahiyên ku berhev bûne bi van mebestan bikar tînin:
Bersiva pirs û bersivên we bidin.
Performansa malperê baştir bikin û ezmûna bikarhênerê xwe baştir bikin.
Şandina nûçename an daxuyaniyên çapemeniyê (tenê bi bijartin û razîbûna we ya eşkere).
Misogerkirina pabendbûna bi pîvanên yasayî, ewlehî û edîtorî.
Em qet agahiyên we yên kesane nafiroşin.
Hûrde
Hûrde, alîkariya me dikin ku em ezmûneke gerokê ya herikbartir pêşkêşî we bikin. Em celebên jêrîn ên Hûrdeya bi kar tînin:
Hûrdeyên Tekez Pêwîst: Ji bo fonksiyona bingehîn a malperê mecbûrî ye.
Hûrdeyên Analîtîk: Alîkariya me dikin ku em performansa malpera xwe fam bikin û tevgera bikarhêneran analîz bikin.
Hûrdeyên Reklam û Bazariyê: Ji bo ku reklaman li we bi guncînin têne bi kar anîn.
Hûn dikarin Hûrdeyan bi rêya eyarê geroka xwe bi rêve bibin an neçalak bikin. Ji kerema xwe ji bo bêtir agahiyan li ser pratîkên me yên hûrdeyan bi me re têkilî daynin.
Parvekirina Agahiyan
Em dikarin daneyên we tenê di rewşên sînorkirî de û ji bo armancên taybetî parve bikin:
Pêşkêşkerên Xizmetê: Bi hevkarên sêyemîn ên ku mêvandar, analîtîk (wek Google Analytics), an şandina e-name (wek Mailchimp) peyda dikin.
Pabendbûna Yasayî: Bi rayedarên yasayî yên têkildar re dema ku ji hêla qanûnê ve tê xwestin.
Hevkarên Lêkolîn û Edîtoriyê: Tenê bi formata anonîm û berhevkirî.
Ewlehî û Hilanîna Daneyan
Em tedbîrên ewlehiyê yên teknîkî û organizasyonel bi cîh tînin da ku daneyên we biparêzin. Her çend ti pergal %100 ewle nebe jî, em gavên maqûl davêjin da ku xetereyan kêm bikin. Agahiyên we heta ku ji bo armancên di vê polîkayê de hatine destnîşankirin, pêwîst be têne hilanîn.
Mafên We
Li gorî cihê we dibe ku mafên we yên jêrîn hebin:
Hûn dikarin daxwaza daneyên xwe yên kesane yên ku em digirin, bikin.
Hûn dikarin agahiyên xwe rast bikin, nûve bikin, an jê bibin.
Hûn dikarin ii bo pêvajoya daneyan vekişin.
Her dem ji ragihandinên me derkevin.
Ji bo bikaranîna van mafan, ji kerema xwe bi me re têkilî daynin li privacy@pungmedia.com.
Nihêniya Zarokan
Em bi zanebûn agahî ji zarokên di bin 13 salî de berhev nakin. Ger em rastî daneyên wiha werin, ew ê demildest jê were birin.
Bi me re têkilî daynin
Ger di derbarê vê Polîtîkaya Nihêniyê de pirs an fikarên we hebin, ji kerema xwe bi me re têkilî daynin:
E-name: contact@pungmedia.com
Navnîşan: Elazığ Bul. No:211A, Taxa Yenişehir, Diyarbakır
Malper: https://pungmedia.com/ku

